Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku hejmara welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 17 hezar û 674 kesan. 
 
Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku di roja dawî de 121 kes hatine rizgarkirin. Oktay diyar kir ku heta niha 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dane û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne. 
 
'XEBATÊN LI KÎLÎS Û RIHAYÊ XELAS BÛN’ 
 
Bi domdarî Oktay diyar kir ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Kîlîs û Rihayê bi dawî bûne û wiha got: “29 hezar û 622 tîmên lêgerîn-rizgarkirinê li qadê ne. Ji tîman 6 hezar û 479 jê ji welatên cuda ne.”