Bûldan diçe Mereşê
- Rojane
- |
- 10 Sibat 2023 01:18
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dê serdana mexdûrên erdehejê yên Mereş û Bazarcixê bike.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan ku piştî erdheja li Kurdistanê bû sedemê hilweşîneke mezin serdana mexdûrên erdhejê kir wê îro serdana mexdûrên erdhejê yên Mereş û Bazarcixê bike. Bûldan a dê li herêma erdhejê lêkolînan bike, wê bi şandeya partiya wan a li bajêr tev li xebatên tên meşandin bibe.