15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2023 23:16
- |
NÛÇEYAN - Li bajaroka Tekye ya girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê dê sibê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şermezarkirin.
Li bajaroka Tekye ya girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê wê 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin bi meşeke girseyî bê şermezarkirin. Komîteya Amadekar a Çalakiyan ji bo meşa ku dê saet 19.00’an de dest pê bike gelê Tekyeyê vexwend meşê.