ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2023 16:15
- |
WAN - ŞanoWan û Aryen Kom ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ber bi Hatayê ve bi rê ketin.
Lîstikvanên ŞanoWanê ji bo piştevaniya bi mexdûrên ji erdheja li navçeya Bazarcik a Mereşê çêbû bi bandor bûn ber bi Hatayê ve bi rê ketin.
Yek ji lîstikvanê ŞanoWanê Ferhat Aslan ê bi koma muzîkê Aryen Kom a li bajêr û bi hin dildaran re ketin rê wiha got: “Em weke ŞanoWan bi hin dilxwazan re diçin herêma erdhejê. Em dikarin li wir ji bo mexdûrên erdhejê çi bikin nizanim lê belavkirina xwarinê be jî em dixwazin tiştekî bikin.”