Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2023 09:04
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 12 hezar û 873’yan.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku hejmara kesên ji ber erdhejên di 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 12 hezar û 873’yan û hejmara birîndaran jî gihiştiye 62 hezar û 937’an. AFAD’ê da zanîn ku piştî erdhejan 1052 erdhejok çêbûne.