Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2023 01:06
- |
ŞIRNEX - Ciwanê ji Hezexê Abdulazîz Kartal ku ji bo mexdûrên erdhejê ji Antalyayê alîkarî dibir Hatayê, di rê de qeza kir û jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Abdulazîz Kartal ê 23 salî ku ji gundê Axurkê yê Hezez a Şirnexê ye, dema hewl dida bi derfetên xwe ji Antalyayê alîkariya erzaq, xurek, cil û berg û hwd. bo mexdûrên erdhejê yên Hatayê bibe, di rê de qeza kir û jiyana xwe ji dest da.