Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin
- Rojane
- |
- 8 Sibat 2023 17:34
- |
EDENE - Girtiyên di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê, diyar kirin ku piştî erdhejê derz li dîwarên girtîgehê ketine.
Girtiyên di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Girtiyan ragihand ku piştî erdhejê derz li dîwarên girtîgehê ketine û gotin ku rêveberiya girtîgehê heya niha ji bo vê tiştek nekiriye.