Li Sûriyeyê 2 hezar û 500’an zêdetir kes mirine

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê hate ragihandin ku di roja sêyemîn a erdhejê de 2 hezar û 500’an zêdetir kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Li Sûriyeya ku ji erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 li navçeya Bazarcixa Mereşê bandor bû, saziyên fermî têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî dan. Saziyan ragihandin ku di roja sêyemîn a erdhejê de 2 hezar û 500’an zêdetir kesan jiyana xwe ji dest daye.