WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand

Parve bike:
ENQERE - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji ber erdhejên navenda wê Bazarcix e, “Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn” ragihand. 
 
Dîrektorê Herêma Ewropayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Hans Kliuge diyar kir ku ji ber erdhejên li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê qewimîne ew asta herî bilind a “Rewşa Lezgîn a Astay 3’yemîn” radigihînin. 
 
“Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn” tê wateya ku WHO wek sazî hemû derfet û hebûna xwe ji bo herêmên erdhejê seferber bike.