Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû

Parve bike:

EDENE - Ji ber hejmara zêde ya welatiyan, li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû. Welatiyan ev rewş bi çepikan protesto kirin.

Piştî erdheja Mereşê, gelek kesên ji Edene, Osmaniye û Hatayê ber bi bajarên cuda ve ketin rê. Di heman demê de ji ber ku li herêmê tenê Balafirgeha Şakirpaşayê çalak e, gelek kesan berê xwe dan wir û li balafirgehê îzdîham çêbû.

Welatiyan, bi çepikan ev rewş protesto kirin.