Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên li hin bajarên Sûriyeyê ku di encama erdhejên duh li Mereşê rû dan hilweşiyan de jiyana xwe ji dest dan, gihişt nêzî hezar û 500 kesî. 
 
Di erdehejên bi pileyên 7,7 û 7,6 duh li Mereşê pêk hatin li bajarên Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê bûn sedemê hilweşînan, li Sûriyeyê hate hîskirin. Hate diyarkirin ku li Sûriyeyê nêzî hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. 
 
Erdheja ku bandoreke mezin li bajarên Idlib, Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûs ên Sûriyeyê kirin, rê li ber hilweşîneke mezin vekir. 
 
Li gorî agahiyên Ajansa Çapemeniyê ya Fransî (AFP) li herêmên cuda yên Sûriyeyê herî kêm hezar û 444 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm jî 3 hezar û 419 kes jî birîndar bûne.