Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
- Rojane
- |
- 7 Sibat 2023 10:53
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek welatan ji bo tev li xebatên xelaskirin û lêgerînê bibin tîmên pispor şandin, herêmên erdhej lê çêbûne.
Erdheja ku navenda wê Mereş û Dîlok bû li 10 bajaran bû sedemê hilweşîna avahiyan. Almanya, Arnavûtlûk, Bûlgarîstan, Malezya, Ozbekîstan, Sirbîstan, Tayvan, Yewnenistan, Gurcîstan, Kirgizîstan, û Lubnanê ji bo tev li xebatên xelaskirin û lêgerînê bibin tîmên pispor şandin, herêmên erdhej lê çêbûne.