Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin

Parve bike:

AMED - Welatiyên bi navên Bariş Dogan û Îdal Dogan ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin.

Li Amedê ku bandoreke giran ê erdhejê li ser çêbûbû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 49 û herî kêm 562 kes jî birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li ser xerabeyên apartmana li Cadeya Sento ya li Rezanê de welatiyên bi navên Bariş Dogan û Îdal Dogan hatin rizgarkirin.

Welatiyên hatin rizgarkirin birin nexweşxaneyê.