Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
- Rojane
- |
- 6 Sibat 2023 21:05
- |
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand k udi erdhejê de ku navenda wê Mereş e, hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane her diçe zêde dibe. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand k udi erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye û li 10 bajaran 11 hezar û 119 kes birîndar bûne û 3 hezar û 741 avahî hilweşiyane.