Bajar bi bajar bîlançoya erdhejê: 284 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 323 kes birîndar bûn

Parve bike:
ENQERE - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay têkildarî bîlançoya erdhejê daxuyanî da û da zanîn ku heta niha bi qasî hatine tespîtkirin, 284 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 hezar û 323 kes birîndar bûne û û hezar û 710 avahî jî rûxiyane. 
 
Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bîlançoya erdheja Mereş û Dîlokê yên bi pileya 7.4 û 6.4’an bîlanço parve kir. 
 
Oktay, da zanîn ku piştî erdhejê gelek wezîr çûne herêmê û wiha got: “Li Mereşê 70 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn.” 
 
DI ERDHEJÊ DE 284 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Li gorî daxuyaniya fermî, bi giştî 284 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 323 kes birîndar bûn û hezar û 710 avahî jî rûxiyan. Bajar bi bajar bîlanço wiha ye: 
 
Mereş: 70 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 300 avahî hilweşiyan. 
 
Hatay: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan. 
 
Osmaniye: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 83 avahî hilweşiyan. 
 
Semsûr: 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn û 100 avahî hilweşiyan. 
 
Amed: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 226 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan. 
 
Riha: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 60 avahî hilweşiyan. 
 
Dîlok: 80 kesan jiyana xwe ji dest dan, 600 kes birîndar bûn û 581 avahî hilweşiyan. 
 
Kîlîs: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 50 avahî hilweşiyan. 
 
Edene: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 118 kes birîndar bûn û 16 avahî hilweşiyan. 
 
Meletî: 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, 550 kes birîndar bûn û 300 avahî hilweşiyan.