Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin

Parve bike:
 
MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê diyar kir ku derbarê 3 polîsên ku li Artûklûyê tundiyê li ciwanekî kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê 3 polîsên trafîkê kêliya ku li ciwanekî didan û dîmenê vê kêliyê tundiyê ji aliyê Ajansa Mezopotamya (MA) ve hat weşandin. Li ser belavbûna dîmen, Walîtiya Mêrdînê derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku derbarê polîsên ku tundî li wî ciwanî kirine lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.