Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir

Parve bike:

AMED - Şandeya Partiya Çep a Alman li Amedê serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir û bi rêveberên saziyan re hevdîtin kir. 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Çep a Alman (Die Linke) Janine Wissler û parlamenterê partiye Hakan Taş ji bo hin hevdîtin û serdanan bikin hatin Amedê. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca jî bi şandeyê re bû. Şandeya Partiya Çep serdana Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) kir û hevdîtinan pêk anî. 
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker li ser armanca avakirina OHD’ê axivî û armanca kar û xebatên OHD’ê ji şandeyê re vegot. Şeker di hevdîtinê de behsa tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa girtîgehan kir. Şeker ji şandeyê re anî ziman ku tecrîdek dijwar li dijî Abdullah Ocalan pêk tê û pergala hiqûqê bi temamî xetimî ye. 
 
Di hevdîtinê de ji şandeyê re behsa binpêkirinên mafan û nêzîkatiya Saziya Tiba Edlî û îdareyên girtîgehan jî hat kirin. 
 
Hevdîtina şandeyê ya li gel Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji çapemeniyê re girtî pêk hat.