Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
- Rojane
- |
- 5 Sibat 2023 18:50
- |
AMED - Li Amedê û Dêrsimê ji ber barîna berfê betlaneya somestrî rojeke din jî hat dirêjkirin.
Sibê betlaneya nîvê salê ya sala perwerdehiyê diqede. Lê ji ber barîna berfê ya zêde li Amedê û Dêresimê rojekî din jî betlane hat dirêjkirin.
Walîtiyên Amedê û Dêrsimê bi daxuyaniyên nivîskî ragihandin ku ji ber berfê betlane bo rojekî hatiye dirêjkirin.