Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin

Parve bike:
WAN - Di encama gulebarana leşkerên Îranê de 2 kolber bi giranî birîndar bûn. 
 
Leşkerên rejîma Îranê gule li kolberan reşandin. Di encama gulebaranê de kolberên bi navên Kavan û Sîvan bi giranî birîndar bûn. Hat zanîn ku her du kolber rakirine nexweşxaneyê û xetereya li ser jiyana wan didome.