Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 3 Sibat 2023 09:06
- |
WAN - Li Wanê di serdegirtinên malan de 3 jin hatin binçavkirin.
Li navçeya Rêyaarmûşê ya Wanê vê sibehê polîsan avêt ser malan. Di serdegirtinên malan de heta niha Şengul Karaagar, Nurhan Koçak û Zîlan Koçak hatine binçavkirin. Hat zanîn ku her sê jinan birine Midûriyeta Polîsan a Wanê û dibe ku hejmara binçavkiriya zêdetir be. Sedemê binçavkirinê nehat zanîn.