Rojnameger Metîn Uca hate berdan

Parve bike:
STENBOL – Rojnameger Metîn Uca ji ber şîroveya xwe ya têkildarî gotina Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş ku digot xwarina berhemên behrê heram e, hate binçavkirin. Uca, piştî îfadeyê hate berdan. 
 
Rojnameger û bernamevanê televîzyonê Metîn Uca dema dixwest biçe Enqereyê, li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin û birin Şaxa Midûriyeta Emniyetê ya Balafirgeha Stenbolê. Hat zanîn ku derheqê Uca de gilî hatiye kirin û têkildarî şîroveya wî ya derheqê gotina Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş de ku digot xwarina berhemên behrê heram e, pirs jê hatin kirin. 
 
Uca, piştî kar û barên îfadeyê hate berdan. 
 
Uca, di şîroveya xwe de gotibû ku nirxandinên Erbaş ên têkildarî xwarina berhemên behrê de xelet in.