Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
- Cîhan
- |
- 1 Sibat 2023 15:51
- |
ENQERE - Almanya, Ingilistan û Hollandayê konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin. Kanadayê jî hişyariya dibe ku “êriş” çêbibe li welatiyên xwe kir.
Almanya, Ingilistan û Hollandayê ji ber fikarên xwe yên ewlehiyê konsolosxaneyên xwe yên li Stenbolê girtin. Piştî vê rewşê Kanadayê jî welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê û yên ku biçin wê derê bi peyameke qoda lezgîn hişyar kirin. Kanadayê di peyama xwe de wiha got: “Ji ber gefa êrişan a li Tirkiyeyê û îhtîmala xwepêşandanan a li seranserê welat gelek baldar bin.”