Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
- Rojane
- |
- 31 Çile 2023 16:01
- |
ÊLIH - Omer Farûk Arslan ê li Êlihê keça xwe ya 7 salî kuşt, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Li Taxa Beşevler a Êlihê cenazeyê keçeke 7 salî li komirdankekê hatibû dîtin. Dû re bav Omer Farûk Arslan ê di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin û di îfadeya xwe de cînayet îtîraf kir hate girtin. Arslan ê ku di otobusa ku ji Amedê diçû Stenbolê hate binçavkirin, piştî îtirafkirina sûcê xwe yê li Midûriyeta Polîsan a Êlihê sewqî edliyeyê hate kirin. Arslan ê ku tu parêzerên li bajêr ew neparast, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ve hate girtin.