Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
KOCAELÎ - Li navçeya Dîlovasiyê bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî ya li kargehekê 2 karkeran jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê li kargeheke madeyên kîmyewî hilberîne bi sedemê jiberçûyînê Mûrat Dûran û Yucel Keleş jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di bûyera ku sibê pêk hat de Dûran û Keleş ên li cihê kar dixebitîn ji jiberçûyînê bandor bûn. Li ser welatiyên derdorê jiberçûyîn ferqkirin tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespîtkirin ku 2 kesan jiyana ji dest dane. 
 
Piştî bûyerê cendermeyan û tîmên AFAD û Miduriyeta Derdor Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Bajêr li cihê kar û derdorê lêkolîn kirin. Cenazeyên kesên jiyana xew ji dest dan ji bo otopsiye birin Saziya Tiba Edlî (ATK). 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.