Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn

Parve bike:

COLEMÊRG - Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê, li Colemêrgê ji bo Şêx Ûbeydûllah Nehrî çalakiyeke bîranînê li dar xist. 

 
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya Rêxistina Bajêr a Colemêrgê li ser jiyan û siyaseta Şêx Ûbeydûllah Nehrî panelek li dar xist. Di panela ku gelek kes amade bûn de endamên Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Dîba Keskîn û Îbrahîm Sûngûr axivîn. Panel bi sînevziyona li ser jiyan û têkoşîna Şêx Ûbeydûllah Nehrî dest pê kir. Pişt re Dîba Keskîn axivî û diyar kir ku di Îslamê de her kes wekhev e.
 
TÊKOŞÎNA NEHRΠ
 
Îbrahîm Sûngûr jî da zanîn ku Şêx Ûbeydûllah Nehrî ji bo li Kurdistanê dewletekê bi gelên asûrî, nastûrî û ermen re jiyaneke hevpar hedef digire ava bike, têdikoşiya. Sûngûr, anî ziman ku têkoşîna Şêx Ûbeydûllah di çarçoveya dîroka kurdan de balkêş e û anî ziman ku têkoşîna Şêx Ûbeydûllah ji bo wan mîrateyeke. 
 
Panel, bi klamên dengbên Ahmet Colemêrgî bi dawî bû.