Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
- Çand û Huner
- |
- 29 Çile 2023 16:43
- |
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya dayîna spasnameyên “Atolyeya Wêjeyê” şahiyek li dar xist.
Komeleya Wêjekarên Kurd, bi boneya dayîna spasnameyên “Atolyeya Wêjeyê” li avahiya xwe ya li Rezan a Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi klamên xwe beşdarvan mest kirin. Şahiya ku bi stranan dest pê kir, bi xwendina helbestan berdewam kir. Gelek nivîskar û wêjehezên kurd di şahiyê de amade bûn.
Di şahiyê de Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray xêrhatina û spasiya beşdarên “Atolyeya Wêjeyê” û şahiyê kir.
Şahî, bi belavkirina spasnameyan bi dawî bû.