Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
- Rojane
- |
- 27 Çile 2023 18:38
- |
STENBOL – Li Bûrsayê polîsekî tevgera taybet dêya xwe, birayê xwe û hevjîna birayê xwe kuşt.
Li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê polîsê bi navê A.E. ku li Çewligê polîstiyê dike, dêya xwe Bedriye E., birayê xwe Remzî E. û hevjîna birayê xwe kuşt û birayê xwe Mehmet E. jî birîndar kir. Hat hînkirin ku Mehmet E. rakirine nexweşxaneyê.
Hat hînkirin ku polîs A.E. piştî komkujiyê çûye Midûriyeta Polîsan xwe teslîm kiriye.