Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê

Parve bike:
ENQERE - Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê di roja 3’yemîn a hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de çû serdana ÇHD, Hiqûqa Civakî û Navenda Mafên Mirovan a TBB’ê. 
 
Ji 7 welatan bi giştî 36 hiqûqnas, rojnameger û akademîsyenan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ava kirin û hatin serdana Tirkiyeyê. Xebatên delegasyonê yên li Tirkiyeyê didomin. Di roja 3’yemîn a hevdîtinan de endamên delegasyonê yên li Enqereyê ji ewil tev li daxuyaniya li Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) hatiye dayîn bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
ZEXTA LI SER PARÊZERAN
 
Di civîna li ÇHD’ê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rewşa agahînegirtinê û zextên li ser parêzeran hatin nirxandin. 
 
Di civîna li Hiqûqa Civakî de jî parêzeran qala zextên li ser parêzeran tên kirin û astengiyên pê re rû bi rû dimînin vegotin. 
 
ÇÛN SERDANA TBB’Ê 
 
Şandeya delegasyonê piştre jî derbasî Navenda Mafên Mirovan a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bû û tev li civînê bû. Sekreterê Giştî yê Navenda Mafên Mirovan a TBB’ê Ozan Ergul jî tev li civînê bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.