Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas

Parve bike:
ENQERE - Ji bo kampanyaya “Xizîneya me gelê me ye” ya HDP’ê alîkariya ewil xwendekarekî kir. Xwendekarî li gel pereyê xwe ev nîşe şand: “Ji xwendekar ewqas.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî biryara bloqekirina hesabên alîkariyê yên xizîneyê, kampanyaya “Xizîneya me gelê me ye” da destpêkirin. Alîkariya ewil a ji bo kampanyayê ji hêla xwendekarekî ve hate kirin. Xwendekarê ku 20 lîre alîkarî da, ev nîşeye şand: “Ji xwendekar ewqas.”