Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin

Parve bike:
MEREŞ - Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê Mesût Dedeoglû yê bi navê Metîn Dedeoglû û hevjîna wî Naciye Dedeoglû li malê mirî hatin dîtin. 
 
Welatiyên bi navên Metîn (69) û Naciye (72) Dedeoglû li mala xwe ya li Taxa Dogukent a Mereşê mirî hatin dîtin. Polîsan li malê dest bi lêkolînê kirin. Komên tenduristiyê jî cenazeyên wan ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Sepandin û Lêkolînkirina Tenduristiyê ya Zanîngeha Sutçu Îmam a Mereşê. 
 
Nehat zanîn bê ka Metîn û Naciye Dedeoglû ji ber çi mirine. Li hêla din hat diyarkirin ku Metîn Dedeoglû kekê Parlamenterê MHP’ê yê berê yê Mereşê Mesût Dedeoglû ye.