Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
- Rojane
- |
- 24 Çile 2023 13:19
- |
AGIRÎ - Li gundê Şabiya yê navçeya Zêdkan a Agiriyê 2 gundî û şivanekî afgan ku li cem wan dixebitî kuştî hatin dîtin.
Li gundê Şabiya yê navçeya Zêdkan a Agiriyê 3 kes hatin kuştin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin; di saetên serê sibehê de li gund çek tên teqandin û dema ku gundî diçin cihê bûyerê dîtin ku gundî Î.G, Ş.G. û şivanê afgan ku li cem wan dixebitî hatine kuştin. Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî lêkolînên li cihê bûyerê hatin kirin, tîmên tenduristiyê her sê cenazeyan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê kirin.
Der barê bûyerê de agahî nehatin bidestxistin û ji aliyê serdozgeriyê ve lêpirsîn hat destpêkirin.