Li Hezexê jinek hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 24 Çile 2023 08:32
- |
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê jina bi navê Hazîne Orûç a 50 salî di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Li gundê Hespîst yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê jina bi navê Hazîne Orûç a 50 salî ji aliyê leşkeran ve bi serdegirtina malê hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku Orûç birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Sedemê binçavkirina Orûç nehate zanîn.