HDP û pêkhateyên xwe civiyan

Parve bike:
ENQERE - HDP bi pêkhateyên xwe re civiya û li ser geşedanên siyasî, polîtîkayên tifaqê û namzetiya serokkomariyê nîqaşan kirin. 
 
Hevserok û berdevkên partiyên pêkhateyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Navenda Giştî ya HDP’ê civiyan. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, Partiya Ji nû ve Avabûna Sosyalîst (SYKH) Cavit Ugur, Seroka Partiya Şoreşger a Yekbûyî (Partiya Şoreşger) Elîf Torun Öneren, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Îbrahîm Akîn di civînê de amade bûn û mijarên wekî geşedanên siyasî, polîtîkayên tifaqê û namzetiya serokkomariyê nîqaşan kirin. 
 
Di civîna ku biryarên girîng hatin girtin de, li ser navên namzetiya Serokkomariyê yên li ber destê pêkhateyên tifaqê nîqaş hatin kirin.