Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin

Parve bike:
AMED - Bi pêşengiya DTSO û DESOB’ê li Farqînê lansmana Festîvala Gastronomiyê hat kirin. 
 
Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Borseya Bazirganiyê ya Amedê (DESOB) û Komeleya Çand û Hunerê ya Farqînê (FARKÎN-DER) lansmana Festîvala Gastronomiyê ya Farqînê hat kirin. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, rêveberên DTSO’yê û DESOB’ê, FARKÎN-DER û gelek welatî beşdarî lansmanê bûn. Lansman li baxçeyê Qonaxa Alîaga ya dîrokî hat lidarxistin.
 
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya axivî û diyar kir ku ew li gel nirxên çandî yên herêmê xebatên girîng ên gastronomiyê jî dikin û wan berê birinca Qerejdaxê jî tescil kirine û birince Qerejdaxê di Yekitiya Ewropayê de jî tescil kirine. Kaya da zanîn ku li ser herêma Amedê xebatên wan ên çandê, gastronomî, turîzmê dê berdewam bikin û ragihand ku ew ê di demek nêzik de Navenda Înovasyonaê ya Gastro Amedê vekin. 
 
Serokê FARKÎN-DER’ê Mehemt Aktarli jî bi bîr xist ku bi vê lansmanê re starta Festîvala Gastronomiyê ya Farqînê dane û armanca wan ew e ku çanda gastronomi ya navçeyê bidin nasîn û alîkariya turîzma navçeya xwe bikin. 
 
Piştî axaftinan xwarinên ku hatine tomarkirin ango tescîlkirin li welatiyan û beşdarên lansmanê hat belavkirin.