Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin

Parve bike:
AMED – Li Bismilê di avêtina ser malan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Bismilê ya Amedê îro danê sibehê polîsan avêtiye ser gelek malan. Hat ragihandin ku di avaêtina ser malan de herî kêm 8 kes hatine binçavkirin. 
 
Ji welatiyên hatine binçavkirin navê hinan jê wiha ye: Îmam Aras, Fatma Aras, Habîb Sînbag, Ozan Oral, Hasan Koç, Rozerîn Bakir, Berat Yavuz û Dîlan Dogan.
 
Hat ragihandin ku biryara veşartinê li ser dosyeyê heye