Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im

Parve bike:
ENQERE – Derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn di nameya ku şandî de ev peyam da: “Ez bi sebir li benda rojên azad û adilane ne.” 
 
Derhênera belgefîlman û akademîsyen Sîbel Tekîn bi hinceta sepana saeta havînê ya mayînde di 17ê kanûna 2022’yan de hate girtin. Tekîn, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nameyek şand. 
 
'BI SEBIR LI BENDA ROJÊN AZAD IM’ 
 
Di nameya xwe de Tekîn spasiya kesên tev li kampanyaya "#SibelYanımdaydı” bûne kir û ev peyam da: "Hêvîdarim ku hebûna min a li vir a demkî di dawiya meha sibatê de bi dawî bibe. Û bi kameraya xwe dîsa li kolanan dîmenan bikişînim. Bi sebir li benda rojên azad û adilane me.”