Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
- Rojane
- |
- 18 Çile 2023 14:27
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirek biçek a bêmirova a Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê li erebeyekê da.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku balafirek biçek û bêmirov a Tirkiyeyê li cem rawestgeha “Arî” ya li xaçerêya gundê Maşûqê ku li ser rêya Qamişlo-Dêrikê ye û 7 km li rojhilatê Tirbespiyê dikeve li erebeyekê daye.
Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.