Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
- Rojane
- |
- 18 Çile 2023 13:46
- |
WAN - Li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9’an erdhej çêbû.
Li gorî daneyên Rasatxaneya Kandîllî ya Bogazîçiyê; li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9’an erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 5 kîlomîtroyan di binê erdê de çêbûye. Ji ber erdhejê, bajarên Wan, Colemêrg û Îdir jî hejiyan.