Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
- Rojane
- |
- 18 Çile 2023 12:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket. Li gorî agahiyên destpêkê zirarên madî hene.
Li depoyeke petrolê ya li nêzî Çerxerêya Şehîd Aras Xanîka ya taxa pîşeyî ya kevn a li rojhilatê Qamişloyê, şewat çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, agirek gur li depoyê çêbûye û gelek xesarên madî hene.
Tîmên agirkujiyê yekser berê xwe dan cihê bûyerê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tedbîrên pêwîst girtin û tevgera çûn û hatinê li wê kolanê qedexe kir.
Sedema şewatê nehat zanîn.