Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin

Parve bike:
ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. 
 
Li taxa Nurê ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsên tîmên taybet serê sibehê avêtin ser hin malan. Di encama serdegirtina malan de  welatiyê bi navê Mehmet Zeki Akil , Sekvan Duru û Ramazan Akça hatin binçavkirin. Derbarê sedema binçavkirinan de agahiyek nehat bidestxistin.
 
Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.