Li Amedê welatiyekî xwe şewitand

Parve bike:
AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî xwe şewitand. Ciwanê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
 
Li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî temenê wî li dor 25 salan û navê wî nehat hînkirin, agir berda bedena xwe. Piştî kesên li derdorê haya polîsan pê xistin, gelek polîs û tenduristkar hatin cihê bûye û agirê xwe li laşê ciwanê navê wî nehat hînkirin girtibû tefandin.
 
Tenduristkaran ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat hînkirin ku rewşa ciwanê ku piraniya laşê wî şewitiye xedar e.