Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Qada Çemço ya herêma Zapê 11 caran ji hêla artêşa dewleta tirk ve bi çekên kîmyewî hate bombebarankirin. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdeam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); dewleta tirk li dijî qada Çemço ya herêma Zapê 11 caran çekên kîmyewî bi kar anî. Di heman demê de çoltarê gundê Sîdayê jî 2 caran bi çekên qedexekirî bombebaran kir.