Li Edeneyê jinek hate qetilkirin

Parve bike:
EDENE - Jina bi navê Mîne Akgul ku li navçeya Yuregîr a Edeneyê dijiya, di encama êrişa çekdarî ya kurê xwe yê 17 salî de jiyana xwe ji dest da. 
 
Duh bi şev li Taxa Ulubatli Hasan a navçeya Yuregîr a Edeneyê ji ber mijara ereqê di navbera zarokê 17 salî B. Akgul û dayika wî Mîna Akgul û xalê wî Kadîr D. de nîqaş derket. Hat zanîn ku di dema nîqaşê de B. Akgul bi çekê êrişî dayik û xalê xwe kir. Di encama êrişê de dayik Akgul û xal Kadîr D. birîndar bûn. Dayik Akgul bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê. Lê tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Kadîr D. jî sivik birîndar bûbû û hat zanîn ku li ser pêyan hatiye tedawîkirin. 
 
Êrişkar B. Akgul hate binçavkirin.