Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
- Polîtîka
- |
- 15 Çile 2023 13:19
- |
AMED – Di kongreya Rêxistina HDP’a Amedê de Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan dîsa weke hevserok hatin hilbijartin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li Eywana Dawetan a Demîrokê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, ji Şer û Kedxwariyê re Na!” 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre bi coşeke mezin hat lidarxistin û raporên xebatan û darayî hatin xwendin. Piştre jî delegeyan dengê xwe dan. Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan dîsa hatin hilbijartin.