Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Xarpêtê bi pileya 4,9’an erdhej çêbû  
 
Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) da zanîn ku li Xarpêtê bi pileya 4,9’an erdhejek çêbûye. Hat ragihandin ku erdhej 17,9 kîlomîtroyan di bin erdê de çêbûye. Rasatxaneya Kandîliyê da zanîn ku erdhej 3 kîlomîtroyan di bin erdê de çêbûye. 
 
Walîtiya Xarpêtê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û da zanîn ku rewşeke neyînî nîne û xebatên wan ên li herêmê didomin.