Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Sûriyeyê leşkerek hatiye kuştin. 
 
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li dijî baregeha leşkerî ya li Sûriyeyê êriş pêk hatiye û leşkerek hatiye kuştin. Wezaretê diyar kir ku çawişê pispor Selçûk Kûr ku bi giranî birîndar bûye li nexweşxaneyê miriye.