ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN

Parve bike:
 
* Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir got: “Dagirkerên Kurdistanê li hember xebat û têkoşîna gelê kurd heya roja îro jî çek û hêzê bikar tînin û nayên ser maseya diyalogê ku pirsgirêka kurdî çareser bikin.”
 
* Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku aramnca suîqastan ew e ku êzidî bê pêşeng bimînin û got: "Dixwazin îradeya civaka êzidî di şexsê pêşengan de têk bibin û bişkinin." Hevseroka PADÊ Macîde Dexîlê jî got: "Bi hemû hebûna xwe êrîşî êzidiyan dikin, lê nikarin xelas bikin. Em neqediyane û em ê neqedin jî." 
 
* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û rojnamevan Seyîthan Akyuz jî di nav de li 27 kesan bi giştî 168 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Ceza bi hinceta "delîlên dijhiqûqî bi dest ketine" hat xerakirin. 
 
* Geveriyan nerazîbûna xwe ya ji bo blokekirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê anîn ziman û gotin: “Xezîneya me ya herî mezin dil, ruh, partî û vîna me ye. Me minnet bi tu qurûş pereyê wan nîne."
 
* Dikandarên Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan a Tomerî ya Wanê diyar kirin ku ew nikarin kar bikin û anîn ziman ku heke krîz wiha berdewam bike ew ê neçar bin ku dikanên xwe bigirin. 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 677'emîn de berdewam bike. 
 
 * Partiya Çep a Kesk a Wanê dê kongreya xwe li eywanek dawetê pêk bîne. (10.00) 
 
* Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê serdana şîna Veysî Taş ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir berdabû bedena xwe ya li navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatiye dayîn bikin. (11.00)
 
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li dar bixin. (12.00-13.00) 
 
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin dê di hefteya 929'emîn de çalakiya xwe li dar bixin. (12.00) 
 
* Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo beşdariya mitînga 15'ê Çile li Kartala Stenbolê bê lidarxistin dê li navçeyên Kartal, Esenyûrd û Sancaktepe belavokan belav bikin. (13.00-16.00)
 
* Şandeya KESK'ê dê li Amedê serdana DBP'ê bike. (13.30)
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqereyê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)
 
* Meclisa Ciwanan a HDP'a Stenbolê dê li avahiya HDP'a Bagcilarê şahiya Serê Salê li dar bixe. (16.00)