Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê da zanîn ku di encama operasyona hêzên wan a li navçeya Sabxa ya Dêrazorê de 2 DAIŞ’î hatine kuştin.
  
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona hêzên wan li navçeya Sabxa ya Dêrazore 2 DAIŞ’î hatine kuştin. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) di 10’ê çileyê de li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li rojhilatê Dêrazorê operasyonên ewlehiyê li dar xistine û Hêzên Kaolîsyona Navneteweyî jî piştgirî dane operasyonê.