Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin

Parve bike:
 
ÊLIH - Li Hezoyê cerdevan bi çekan bi hev ketin. 2 cerdevan mirin. 
 
Li gundê Xirbakê yê navçeya Hezo ya Êlihê du malbatên cerdevan bi çekan bi hev ketin. Di şer de 2 cerdevan mirin û 3 jê giran 8 cerdevan jî birîndar bûn. Ên birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê. 
 
Hat hînkirin ku şerê niha dewama şerê ku di 3'yê Hezîrana 2022'yan de ye. Di wî şerî de jî 3 kes miribûn.