Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser rêya M4 a di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê de li dijî erebeyekê êriş pêk hat.
 
Li gorî nûçeya ANHA'yê, li ser rêya M4 a di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê de erebeyek ji cureya cîp-santafe hatiye hedefgirtin. Tê texmînkirin ku êriş bi rêya balafirek bêmirov a biçek pêk hatibe. Têkildarî birîndar û kuştiyan agahî nehatin bidestxistin.